Dêrsimî ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
Platforma Jinan a Dêrsimê di salvegera mirina Rojîn Kabaîşê de meşek li dar xist û bi sedan jinan daxwaza zelalkirina mirina wê kir.
Di heman demê de, pêşniyara DEM Partiyê ya ji bo lêkolîna bûyerê li Parlamentoya Tirkiyeyê hat redkirin.
Bi sedan jin beşdarî meşa ku li Dêrsimê hat lidarxistin bûn û bi yekdengî daxwaza edaletê ji bo Rojîn Kabaîşê kir.
Piştî meşê, li Parka Seyît Riza daxuyaniyek ji çapemeniyê re hat dayîn.
