@    Ardahan Rojname - Ardahan Gazetesi  - Since 1995 


23 Aralık 2025 Salı

Serokê Erkanê Giştî yê Lîbyayê li Enqereyê di qezayê de jiyana xwe ji dest da



Serokwezîrê Lîbyayê Abdulhamîd Dibeybe daxuyand ku Serokê Erkanê Giştî yê Lîbyayê Orgeneral Mihemed Elî Ehmed El-Haddad di qezaya balafira taybet a li Enqereyê de jiyana xwe ji dest daye. Balafira tîpa Falcon 50 li nêzî gundê Kesikkavak a navçeya Haymanayê ket. Wezîrê Navxwe Ali Yerlikaya diyar kir ku têkiliya bi balafirê re di saet 20.52’an de qut bûye. Haddad beriya qezayê bi Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Güler (yê Erdexanî) û Serokê Erkanê Giştî Selçuk Bayraktaroğlu re hevdîtin pêk anîbû. Derbarê qezayê de lêpirsîneke berfireh hat destpêkirin.
Erdexan Rojname - Rojnameya Erdêxane
 
.