Rojnamegerê Kurd ê ji Erdexanê Levent Gültekin, ji ber daxuyaniyên xwe yên di weşana 17’ê Kanûnê de ku li ser kanala xwe ya YouTubeê parve kiribû, hat binçavkirin. Parêzerê wî Çağrı Çetin li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X’ê agahî parve kirin û diyar kir ku Gültekin ji ber gotinên xwe yên di wê weşanê de hatiye binçavkirin. Li gorî agahiyên ku hatine parvekirin; Gültekin ewil birine Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê ya li Kolana Vatanê û piştî karûbarên îfadeyê, tê payîn ku di saetên nîvro de sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê bibe. Hat ragihandin ku Gültekin dê li wir ji bo dozgerê Buroya Sûcên Înformatîk (Bilişim Suçları Bürosu) îfade bide. Heta niha derbarê hûrguliyên tawanbarkirinê û naveroka weşana ku bûye sedema binçavkirinê de daxuyaniyeke fermî nehatiye kirin.
