@    Ardahan Rojname - Ardahan Gazetesi  - Since 1995 


23 Ocak 2026 Cuma

Waliyê Erdexanê Çîçeklî beşdarî civîna VKS’ê bû


Waliyê Erdexanê Birêz Mehmet Fatih Çîçeklî, beşdarî civîna ku di bin serokatiya Wezîrê Karên Hundir Birêz Ali Yerlikaya de bi Pergala Vîdyo Konferansê (VKS) hat lidarxistin, bû.

Di civînê de Midûrê Ewlehiya Bajêr Oguz Tuzun û Fermandarê Cendirmeyên Bajêr Albay Sadik Gulecen jî amade bûn. Di çarçoveya civînê de li ser mijarên asayîş û ewlehiya li seranserê Erdexanê hat rawestandin û şêwir hatin kirin




Erdexan Rojname - Rojnameya Erdêxane

Hunermendê ji Erdexanê ji bo Rojava dê konser bide


Hunermendê Kurd ê ji Erdexanê Hozan Dîno, ragihand ku ew ê ji bo piştgiriya Rojavayê tura konseran li dar bixe. Hunermend eşkere kir ku ew ê hemû dahata ji konseran tê bi dest xistin ji bo Rojava bibexşîne. Bilêtên konsera yekem a tûrê ku di 25’ê Rêbendanê (Çile) de li bajarê Utrecht ê Hollandayê ye, ji niha ve qediyan. Hunermend wê tura xwe di 31’ê Rêbendana 2026’an de li bajarê Stuttgart ê Almanyayê bi konserekê bi dawî bike. Dîno, bang li her kesî kir ku bi hestiyar bin û got, “Divê kî ji destê wî çi tê bike.”




Erdexan Rojname - Rojnameya Erdêxane

Ji TBMM’ê Gava Dîrokî: Nivîsên Hevdîtina bi Ocalan re li Ser Malperê ne


Heyeta meclisê ya ku ji Huseyîn Yayman, Gulistan Kiliç Koçyîgît û Fetî Yildiz pêk dihat, bi Abdullah Ocalan re li Îmraliyê hevdîtinek pêkanîn û tutanakên vê hevdîtinê du meh şûnda li ser malpera fermî ya TBMM’ê hatin weşandin. Ocalan di van tutanakan de diyar dike ku gava wî ya yekem a siyasetê di nav Ülkü Ocakları de bûye û pirsgirêka Kurd wekî pirsgirêkek hezar salî ya sê qonaxî pênase dike. Ocalan bal kişand ser gotina Devlet Bahçelî ya "mafê hêviyê" û got ku ev maf ji bo xebata wî zemînek e; ger ev derfet bê dayîn ew di mijara Sûriyeyê de berpirsyariyê digire ser xwe û ger bi ser nekeve amade ye bê darizandin. Ocalan pêvajoyê wekî "Sedsala Bêşidet" bi nav kir û tevî hemû astengiyên di nav dewletê û PKK’ê de, diyar kir ku ew hîn jî geşbîn e.

Alîkarê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz jî di hevdîtinê de got ku êdî dema siyaseta demokratîk hatiye û banga Ocalan a Sibata 2025’an a ji bo çekdanînê civak pir rehet kiriye. Yildiz destnîşan kir ku divê ev banga çekdanînê ne tenê Tirkiyeyê, lê Sûriye, Iraq û Îranê jî bigire nav xwe. Her wiha Yildiz anî ziman ku divê SDG li gorî peymana entegrasyonê tevbigere û ji bo vê yekê bangeke nû ya Ocalan pêwîst e. Li gorî tutanakan, Ocalan diyar kiriye ku heta li Îranê darvekirin neyên sekinandin PJAK çekan danayne û ji bo çareseriyê banga diyalog û agirbestê li Îranê kir. Abdullah Ocalan di tutanakên Îmraliyê de bal kişand ser darvekirinên li Îranê û xwest ku ji bo Azerî û Kurdan mafên demokratîk werin naskirin. Ocalan diyar kir ku heta darvekirin neyên sekinandin PJAK çekan danayne û destnîşan kir ku li şûna şer, divê bi Îranê re pêvajoya diyalog û agirbestê dest pê bike. 

Li gorî tutanakên Îmraliyê, Abdullah Ocalan destnîşan kir ku vîzyona wî ya çareseriyê ne dewleteke cuda an jî federasyon e, lê yekbûna bi Komara Tirkiyeyê re ye. Ocalan got: "Modela ku ez pêşniyar dikim Komara Demokratîk û demokrasiya herêmî ye. Bêyî Tirk, Kurd nabin û bêyî Kurd jî Tirk nabin."

Ocalan derbarê Sûriyeyê de hişyarî da ku ger şertên demokratîk pêk neyên, dibe ku Ahmed El-Şara bibe dîktatorekî nû. Li ser rewşa PKK’ê jî diyar kir ku Qendîl li gorî bangên wî tevgeriyaye, PKK di qonaxa xwefeshkirinê de ye û divê ne tenê çek werin danîn, di hişmendiyê de jî dijminatî bi dawî bibe. Ocalan bal kişand ser hewildanên Turgut Özal û got ku pêngava Devlet Bahçelî dîrokî ye; ger çareserî pêk neyê, dibe ku mekanîzmayên derbeyê dîsa bikevin dewrê.


Erdexan Rojname - Rojnameya Erdêxane
 
.