@    Ardahan Rojname - Ardahan Gazetesi  - Since 1995 


9 Kasım 2025 Pazar

Marco Rubio ji bo destpêkirina diyaloga PKK û Tirkiyeyeyê spasiya Nêçîrvan Barzanî kir


Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re nameyek şand.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di wê nameya xwe de pesnê rola Nêçîrvan Barzanî da û teqezî li ser berdewamiya hekariyê kir.

Marco Rubio pesnê rola Nêçîrvan Barzanî ya di vekirina xeta boriya petrolê jî de da.

Serokê Herêma Kurdistanê ji bo ducare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û vebûna xeta boriyê petrolê ya di navbera Îraq û Tirkiyeyê hewl da bû.


Ardahan Rojname

Serhat Ardahanspor'ê Derbiya Qersê Bidest Xist: Li Derveyî Malê 2-1 Serket!


Di Koma 1. a Lîga Amatör a Herêmî (BAL) de heyecan gelek zêde bû. Di pêşbirka ku bû qada reqabeta herî kevn a di navbera bajarên cîran de, Serhat Ardahansporê li derveyî mala xwe tîma Kars 36 Sporê 2-1 têk bir û serkeftineke girîng bi dest xist.

Pêşbirk li Stadyuma Bajêr a Qersê hat lîstin û xelkê herêmê eleqeyeke mezin nîşanî wê da. Serhat Ardahansporê bi lez û bez dest bi lîstikê kir û di deqîqeya ewil de gola xwe avêt. Lîstik heta deqîqeyên dawî bi heyecaneke mezin berdewam kir


Qersê Beraberî Dît, Lê Ardahanê Gotina Dawî Got

Di deqîqeyên dawî yên pêşbirkê de tîma Kars 36 Sporê gola beraberiyê avêt û skor kir 1-1. Lê Serhat Ardahansporê di deqîqeyên zêdekirî de dest jê berneda û gola serkeftinê dît.

Pêşbirk bi serketina Serhat Ardahansporê ya bi skorê 2-1 bi dawî bû. Bi vê serkeftinê tîma Ardahanê hem serkeftina derbiyê tomar kir hem jî pûanên xwe yên di lîgê de zêde kir û gaveke girîng ber bi rêzên jor ve avêt. Kars 36 Sporê jî li mala xwe rastî têkçûneke neçaverêkirî hat û alîgirên xwe xemgîn kir

Ardahan Rojname

Qezaya Rêya Erdêxan-Qersê


Qezaya Rêya Erdêxan-Qersê

Erdêxan - Li ser rêya bejahî ya Erdêxan-Qersê, li qewaxa gundê Taşlidere ya pangis Hoçwanê, wesayîtek (1 erebe) li ber şarampolê (kêlekê) wergeriya.

Di qezayê de 2 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Erdêxan #erdêxan #qers #Rojhilat #RojhilatêAnatoliyê #Posof #hanak #Îdir #Erzirom #damal #Çildir #gole #hoçwan #Erdêxan #Artvin




 
.