Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê li Bexdayê di civîneke rojnamegeriyê de encamên hilbijartinên Parlamentoya Îraqê eşkere dike.
Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê 11ê Çiriya Paşîn hatin kirin.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê ragihand ku rêjeya beşdariya giştî ya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê ji sedî 56,11 e.
Li gorî encamên ku hatin eşkerekirin, Hevpeymaniya Binesazî û Bipêşketinê ya bi serokatiya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî herî zêde deng standin û bû yekem.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî bi derbaskirina milyonek dengî, li Herêma Kurdistanê bû partiya yekem.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê, encamên destpêkê yên hilbijartinên Parlamentoya Îraqê yên ku doh hatibûn kirin, di civîneke rojnamegeriyê de li Bexdayê eşkere kirin.
Li Bexdayê Sûdanî bû yekem
Li Bexdaya paytexta Îraqê Hevpeymaniya Binesazî û Bipêşketinê ya bi serokatiya Sûdanî bû yekem, Partiya Teqedûmê ya Serokê berê yê Parlamentoya Îraqê Mihemed Helbûsî bû duyem û Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Serokwezîrê berê yê Îraqê Nûrî Malikî jî bû sêyem.
Sûdanî li parêzgehên Necef û Kerbelayê jî di rêza yekem de cih girt.
Li Kerkûkê Kurdan kursiyek ji dest da
Li Kerkûkê ku di Parlamentoya Îraqê de bi 13 parlamenteran tê temsîlkirin (yek jê kotaya Xiristiyanan e), Kurdan kursiyek ji dest da.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi 178 hezar û 629 dengan 4 kursî standin, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî bi 59 hezar û 294 dengan kursiyek stand.
Li Kerkûkê Teqedûmê 3, Eniya Tirkmenan a Yekgirtî ya Îraqê 2, Hevpeymaniya Erebî 1 û Hevpeymaniya Ezm jî kursiyek standin.
Di hilbijartinên 2021ê de, Kurdan 6 kursî (YNK 5, PDK 1) standibûn
Çavkaniya nûçeyê: Rûdaw


