Sernav: Ji Seroka Demkî ya Venezuelayê Rodriguez bo Trump Banga Diyalogê
Piştî gefên Serokê DYAyê Donald Trump ku gotibû heger Delcy Rodriguez li dijî berjewendiyên Amerîkayê gavan bavêje dê "aqûbeta wê ji ya Maduro xerabtir be", ji Seroka demkî ya Venezuelayê Delcy Rodriguez bangeke surprîz a hevkariyê hat. Rodriguez a ku piştî girtina Maduro bi biryara Dadgeha Bilind (TSJ) wek Seroka Dewletê ya demkî dest bi kar kir, li ser hesabê xwe yê Instagramê peyamek ji bo cîhanê û DYAyê weşand.
Rodriguez anî ziman ku "Serok Donald Trump, gelên me û herêma me ne hêjayî şer, lê hêjayî aştî û diyalogê ne" û destnîşan kir ku ev peyam niha peyama hevpar a hemû Venezuelayê ye. Rodriguez daxwaza hevkariyeke dûrî gefên derve û li ser bingeha hiqûqa navneteweyî kir û bang li hikûmeta DYAyê kir ku di çarçoveya rêzgirtina hevdu de jiyana hevpar xurt bikin.