@    Ardahan Rojname - Ardahan Gazetesi  - Since 1995 


24 Mart 2026 Salı

Ardahan Rojname


Dijital Yayıncılıkta Bir Milat: Ardahan Rojname

1995 yılında gazeteci yazar Mehmet Ali Arslan tarafından kurulan Ardahan Rojname, Türk basın tarihinde devrim niteliğinde bir başarıya imza atmıştır. Ardahan Rojname, Türkiye’de internet üzerinden yayın hayatına başlayan ilk Kürtçe dijital elektronik gazete olma unvanını taşımaktadır.

Ardahan Gazetesi’nin Kürtçe versiyonu olarak yola çıkan ve 2010 yılından bu yana "Rojname" ismiyle markalaşan yayın, 2025 yılında devlet kurumu TRABİS aracılığıyla tescil edilen www.rojname.tr adresi üzerinden dijital yayıncılığını sürdürmektedir. Dönemsel olarak basılı yayınlarla da okura ulaşan gazete; Türkçe ayağında "Ardahan Gazetesi", İngilizce ayağında ise "Ardahan Newspaper" ile global bir yayın ağı oluşturmuştur.


Pêşengekî Dîrokî: Ardahan Rojname

Ardahan Rojname, ku di sala 1995’an de ji aliyê rojnameger û nivîskar Mehmet Ali Arslan ve hatiye damezrandin, di dîroka medyayê de xwedî cihekî taybet e. Ev weşan, li Tirkiyeyê yekemîn rojnameya Kurdî ye ku bi awayekî dîjîtal û elektronîk li ser înternetê dest bi weşana nûçeyan kiriye. Ev rojname ku ji sala 2010’an vir ve bi sernavê "Rojname" weşana xwe didomîne, ji sala 2025’an û pê de bi rêya saziya dewletê TRABİS’ê, li ser navnîşana www.rojname.tr xebatên xwe bi hêztir dike. Ardahan Rojname ne tenê di înternetê de, di qada çapkirî û medyaya civakî de jî dengê gel e. Hevdem ligel vê, bi Tirkî wekî "Ardahan Gazetesi" û bi Îngilîzî wekî "Ardahan Newspaper" xizmeta agahdarkirinê didomîne.


3. English

A Historic Milestone: Ardahan Rojname

Founded in 1995 by journalist and author Mehmet Ali Arslan, Ardahan Rojname holds a prestigious place in media history. It is recognized as the first Kurdish digital electronic newspaper to be published online in Turkey.

As the Kurdish edition of Ardahan Gazetesi, the publication has been operating under the title "Rojname" since 2010. Since 2025, it has been broadcasting via the official government-authorized domain www.rojname.tr through TRABİS. Continuing its mission through periodic print editions and social media, the newspaper operates alongside its Turkish counterpart, "Ardahan Gazetesi," and its English version, "Ardahan Newspaper," reaching a wide and diverse audience


Erdexan Rojname - Rojnameya Erdêxane

Jiyaneke li Tehranê Mirçiqî: Mirina Bi Jan a Berîvan Molanî


Jiyaneke li Tehranê Mirçiqî: Mirina Bi Jan a Berîvan Molanî

Şerê di navbera Îsraîl, DYA û Îranê de berdewam e û mixabin herî zêde sivîl dibin qurbanî. Berîvan Molanî, keça Kurd a 26 salî ku nivîskara modayê bû, li taxa Zafaraniyeh a Tehranê di encama êrişeke asmanî de jiyana xwe ji dest da.

Berîvan nizanibû ku Wezîrê Îstixbarata Îranê Îsmaîl Xetîb jî li heman kolanê dimîne. Dema fuzeyan li malên wan xist, Berîvan di xewa şêrîn de bû. Ew tenê zaroka malê bû û tenê rojek berê ji ber bêrîkirina malê vegeriyabû Tehranê. Piştî êrişê, li ser wê kolanê tenê cotek solên wê yên werzişê (spor) man. Malbata wê û hevalên wê di şîneke mezin de ne.




Erdexan Rojname - Rojnameya Erdêxane

11 Mart 2026 Çarşamba

Kovara "KON": Bi Fermana Alparslan Türkeş Weşana bi Kurdî


Dersim û Komkujî: Di Sala 1979an de Dengê "KON"ê

Di sala 1979an de bi fermana serokê MHP'ê Alparslan Türkeş, ji aliyê Ulkucuyan ve kovareke bi Kurdî ya bi navê "KON" hat weşandin. Ev kovar di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de mînakeke pir balkêş e.

Kovarê bi sernavekî Kurdî dest bi weşana xwe kir û tê de cih da helbestên Kurdî. Her wiha di kovarê de tîpên wekî "Q, X, W" bi awayekî azad dihatin bikaranîn. Aliyê herî girîng ê kovarê ev bû ku şûna navê Tunceliyê, navê "Dersim" bi kar dianî û bûyerên sala 1938an wekî "komkujî" (katliam) bi nav dikir.

Ev kovar, nîşaneya wê yekê ye ku Alparslan Türkeş di wê demê de xwestiye bi rêya ziman û nasnameya Kurdî peywendiyeke cuda ava bike




Erdexan Rojname - Rojnameya Erdêxane

7 Mart 2026 Cumartesi

Hevdîtina Girîng a di Navbera Erdoğan û Barzanî de


Hevdîtina Girîng a di Navbera Erdoğan û Barzanî de

Serokkomar Erdoğan û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi têlefonê axivîn

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan bi têlefonê li Serok Nêçîrvan Barzanî geriya. Di vê hevdîtinê de, rewşa herêmê û metirsiyên ku ji ber şer derketine holê bi berfirehî hatin nirxandin. Her du alî li ser vê yekê hemfikir bûn ku zêdebûna alozî û tengejiyanê, li ser îstîkrara îro û ya paşerojê metirsiyeke rastîn çêdike.



Erdexan Rojname - Rojnameya Erdêxane

5 Mart 2026 Perşembe

Hemwelatiyê Qersî bi Pîtokê Ket Peşiya Guran


Bi Hêrs û Pîtokê li Peşiya Gur Ket

Li navçeya Qersê ya bi navê Cilawûzê (Susuz), Salih Uzgur bi pîtokekê (kurek) êrîşî du guran kir û kûçikên xwe ji devê wan rizgar kir. Şevê dema ku kûçikên wî zêde hewandine, Uzgur derketiye derva û ditiye ku gurekî kûçikê wî yê piçûk xistiye devê xwe. Uzgur bi pîtokê ketiye peşiya guran û ew revandine. Ev kêlî di kamerayên ewlehiyê de hatine qeydkirin.

Uzgur derbarê bûyerê de weha got: "Ez qet netirsiyam, em her roj van ajalan li dorhêlê dibînin. Min pîtok girt destê xwe û ez çûm ser wan, wan jî kûçik berdan û reviyan."



Erdexan Rojname - Rojnameya Erdêxane

Pezeşkiyan Spasiya Gelê Kurdistanê Kir û Talîmat Da Hêzên Ewlehiyê


Pezeşkiyan Spasiya Gelê Kurdistanê Kir û Talîmat Da Hêzên Ewlehiyê

Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan diyar kir ku ew di rojeke dîrokî de derbas dibin û spasiya gelê Kurdistanê kir ku di vê pêvajoyê de li kêleka Îranê rawestiyane. Pezeşkiyan got: "Ez spasiya gelê Kurdistanê yê bi rûmet û şeref dikim ku di van rojên dîrokî de li cem Îranê bûn. Ez parvekarê êşa malbatên şehîd û birîndarên van bûyeran im." Siyasetmedarê Îranî spasiya xelkê Parêzgeha Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê kir, lê di heman demê de peyamek tund da hêzên ewlehiyê. Pezeşkiyan destnîşan kir ku walî û hêzên çekdar berpirsiyar in ku li dijî her cure tevgerên cudaxwaz bi biryardarî mudaxale bikin.




Erdexan Rojname - Rojnameya Erdêxane

Serokê Azerî Bang Da: "Ew ê Poşman Bibin!"


Piştî êrîşa Îranê ya bi ÎHA’yan li ser Nexçevanê, Serokê Azerî Îlham Alîyev bi tundî bertek nîşan da û got: "Ev şerefsizên ku ev kar kirine, dê poşman bibin. Bila tu kes hêza me neceribîne. Kesên ku hêza me ceribandin, serê wan bi 'Mistê Hesin' hat şikandin."

Ev axaftinên tund li Tirkiyeyê bûn sedema nîqaşên germ. Gelek welatiyan bal kişandin ser têkiliyên Azerî û Îsraîlê û gotin: "Azerbaycan bi saya Tirkiyeyê li ser piyan e, divê piştgiriya Siyonîzmê nekin û aqilê xwe bînin serê xwe




Erdexan Rojname - Rojnameya Erdêxane

4 Mart 2026 Çarşamba

Skandala Nûçeyan: CNN Türkê Dîmenên Erdhejê wekî 'Şer' Nîşan Dan!


Skandala Nûçeyan: CNN Türkê Dîmenên Erdhejê wekî 'Şer' Nîşan Dan!

Di demekê de ku rageşiya navbera Îran û Îsraîlê li Rojhilata Navîn zêde dibe, kanala CNN Türk ku bi nêzîkatiya xwe ya bi hukûmetê re tê naskirin, skandaleke mezin kir. Kanalê nûçeyên derbarê êrîşên Îranê de nîşan didan, lê di bin navê "Tel Avîv" de dîmenên kavilên erdheja Mereşê ya 6'ê Sibatê weşandin. Ev şaşiya mezin di medyaya civakî de bû sedema hêrseke mezin. Parlamenterê AKP'ê Mücahit Birinci jî bertek nîşan da û got: "Divê qeyûm tayînî CNN Türkê bê kirin!" Her çiqas rêveberiya kanalê lêborîn xwestibe jî, bikaranîna êşa erdhejê ji bo nûçeyên şer bû sedema rexneyên tund.





Erdexan Rojname - Rojnameya Erdêxane

2 Mart 2026 Pazartesi

Erdexan Dîsa Bi 2 Parlamenteran Tê Temsîl Kirin


Erdexan Dîsa Bi 2 Parlamenteran Tê Temsîl Kirin

YSK'yê Hejmara Parlamenterên 2025an Diyar Kir: Hejmara Erdexanê Neguherî

Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK), li gorî daneyên nifûsê yên 31ê Kanûna 2025an ku ji aliyê TUÎKê ve hatine eşkere kirin, hejmara parlamenterên bajaran nû kir. Biryara ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin nîşan dide ku di bin Zagona Hilbijartina Parlamenteran a bi hejmara 2839an de, Erdexan dîsa bi 2 parlamenteran di Meclisê de cih digire.

YSK'yê dabeşkirina herêmên hilbijartinê li gorî nifûsa dawî nû kir, lê hejmara nûnerên Erdexanê wek xwe ma.




Erdexan Rojname - Rojnameya Erdêxane

Di Medyaya Civakî de Nîqaşa Nasname û Ziman: "Zaza" yan "Kirmanc/Kird"?


Sosyal Medyada Kimlik ve Dil Tartışması: "Zaza" mı, "Kırmanc/Kırd" mı?

Son günlerde Tunceli (Dersim) ve Bingöl merkezli sosyal medya platformlarında "Zaza" ve "Zazaca" kavramları üzerine yoğun bir tartışma yaşanıyor. Birçok kullanıcı, "Zaza" isimlendirmesinin tarihsel bir derinliği olmadığını ve bu tabirin ilk kez Osmanlı döneminde dışarıdan bir adlandırma olarak ortaya çıktığını savunuyor. Tartışmaya katılan bölge halkının büyük çoğunluğu, kendilerini tarihsel ve kültürel olarak "Dımli", "Kırmanc" veya "Kırd" (Kurd) olarak tanımladıklarını dile getiriyor. Bu görüşü savunanlar, dillerinin aslında Kürtçenin bir parçası olduğunu ve "Zaza" yerine gerçek kimlikleri olan "Kırdî" veya "Kırmançkî" isimlerinin kullanılması gerektiğini vurguluyor. Paylaşımlarda; "Ez" (Ben), "Tu" (Sen), "Azadî" (Özgürlük) ve "Welat" (Vatan) gibi kelimelerin ortaklığı, bu dilsel bağın en güçlü kanıtı olarak gösteriliyor.


Di Medyaya Civakî de Nîqaşa Nasname û Ziman: "Zaza" yan "Kirmanc/Kird"?

Rojên dawî li ser platformên medyaya civakî yên Dersim û Çewligê, li ser navê "Zaza" û "Zazakî" nîqaşeke germ tê kirin. Gelek bikarhêner îdîa dikin ku navê "Zaza" ne navê wan ê esil e û ev nav di dema Osmaniyan de ji derve ve hatiye dayîn. Piraniya xelkê herêmê di van nîqaşan de xwe wekî "Dimilî", "Kirmanc" an jî "Kird" (Kurd) pênase dikin. Kesên ku vê nêrînê diparêzin, diyar dikin ku zimanê wan parçeyek ji zimanê Kurdî ye û divê li şûna navê "Zaza", navên wekî "Kirdî" yan "Kirmanckî" werin bikaranîn. Di parvekirinan de tê destnîşankirin ku peyvên wekî "Ez", "Tu", "Azadî", "Welat" û "Rojname" di her du şêweyan de jî wek hev in û ev yek nîşana herî xurt a yekîtiya ziman û kokê ye.



TürkçeKürtçe (Kurmancî)Kırdi-Dımıli (Zazakî)
GazeteRojnameRojname
GüneşRojRoj
GeceŞevŞewe
EkmekNanNan
SuAvAwe
GözÇavÇım



Erdexan Rojname - Rojnameya Erdêxane

Hevpeymaniya Hêzên Siyasi yên Rojhilat: Plana Çalakiya Bilez


Hevpeymaniya Hêzên Siyasi yên Rojhilat (PDK-Î, Komele, PAK, PJAK û Sazmanî Xebat), piştî mirina Rêberê Olî yê Îranê Elî Xameney daxuyaniyeke hevbeş belav kir. Hevpeymaniyê diyar kir ku rejîma Tehranê bi polîtîkayên xwe yên 47 salan ketiye pêvajoya hilweşînê û ev rewş bandoreke domîno ava kiriye. Hat destnîşankirin ku ev pêvajo ne tenê şerek e, destpêka guherîneke pergalî ya kûr e. Di daxuyaniyê de ji bo gelê Kurd planeke 6 xalî hat eşkere kirin. Di vê planê de banga hevahengiya bi ittifakê re, parastina avahiyên giştî û binesaziyê, derbasbûna hêzên leşkerî û polîsan bo refên gel, dûrketina ji tolhildana kesane, dûrketina ji navendên leşkerî û xurtkirina piştgiriya civakî hat kirin.



Erdexan Rojname - Rojnameya Erdêxane
 
.