@    Ardahan Rojname - Ardahan Gazetesi  - Since 1995 


6 Kasım 2025 Perşembe

Hunermendên xoçvanê Dengbêj Asker Demirbaş Bi Bîr Anîn


Di bernameya bîranînê ya Komeleya Hunermendên Hoçvanê de, dengbêjên hêja yên herêmê li hev civiyan.

İstanbul- Yek ji nirxên çandî yên girîng ên Hoçwanê ku herêmê mezin kiribû, Dengbêj Asker Demirbaş, di salvegera wefata xwe de bi bernameyeke taybet ku ji aliyê hunermendên Hoçwanê ve hatibû organîzekirin, hat bîranîn

Çalakiya bîranînê ku ji aliyê Komeleya Hunermendên xoçvanê (HOÇ-SAD u HOÇ FED) ve hat lidarxistin, roja Yekşem, 2'yê Mijdarê li salona kongreya komeleyê pêk hat.


Dengbêjên Herêmê Li Ser Dikê

Di bernameyê de, gelek hunermend, dengbêj û ozanên ji Hoçvan û deverên derdorê beşdar bûn. Di şevê de, huner, jiyan û beşdariya Asker Demirbaş ya ji bo çanda herêmê hatin axaftin. Dengbêjên hêja yên herêma Hoçvanê derketin ser dikê, mîrateya Asker Demirbaş parastin û ji berhemên wî mînak pêşkêş kirin.

Beşdarên bernameya bîranînê bi gotin û kilamên ku Demirbaş dabûn ser ziman, kêliyên hestyar derbas kirin û hat destnîşankirin ku divê çanda gotinî ya herêmê ango Dengbêjî were zindîkirin û parastin.


 
.