Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê li ser pêvajoyê daxuyanî da
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê, Yılmaz Tunç, ragihand ku ew dê vê hefteyê di Komîsyona Parlamentoyê de xebatên Wezareta Dadê bi parlamenteran re parve bikin û gavên ku ji bo bihêzkirina yekîtiya civakî divê bên avêtin, binirxînin.
Tunç got, "Em dê vê hefteyê di Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê de ya ku di bin sîwana TBMM'ê (Parlamentoya Tirkiyeyê) de hatiye avakirin, wekî Wezareta Dadê xebatên xwe yên di vê pêvajoyê de bi parlamenterên xwe re parve bikin û gavên ku ji bo xurtkirina yekîtiya civakî divê bên avêtin, binirxînin."
Tunç amaje pê kir ku tesbîtên komîsyonê û biryarên ku dê bide, dê rê li ber gavên wan ên paşerojê vekin û nexşerêyeke xurt ava bikin.
