@    Ardahan Rojname - Ardahan Gazetesi  - Since 1995 


19 Kasım 2025 Çarşamba

Hunermendê Kurd ê Xoçvanî Hozan Dîno Xelat Ji MESAM Girt


Hunermendê Kurd ê Xoçvanî Hozan Dîno Xelat Ji MESAM Girt

Stenbol – Di merasîma xelatdayînê ya ku her sal ji aliyê Komeleya Yekîtiya Pîşeyî ya Xwediyên Berhemên Muzîkê yên Tirkiyeyê (MESAM) ve tê lidarxistin, hunermendê Kurd yê xelqê Hoçvanê yê Erdexanê, Hozan Dîno, xelateke girîng wergirt.

Hozan Dîno, ji ber xebat û berhemên xwe, weke “Hunermendê Kurd yê Salê Yê Herî Serkeftî” hat hilbijartin û layiqê xelatê hat dîtin.

Piştî wergirtina xelatê, hunermendê ji Erdexanê Hozan Dîno daxuyaniyek da. Wî diyar kir ku wergirtina vê xelatê hem ji bo şexsê wî hem jî ji bo muzîka Kurdî gelekî girîng e û ew ji ber vê yekê zehf dilşad e.

Hozan Dîno, yê ku bi stranên xwe yên mîna “Oy Yarê” û “Çû” tê naskirin, xebatên xwe yên hunerî li ser muzîka Kurdî didomîne.



Erdexan Rojname - Rojnameya Erdêxane
 
.