Parlamenterê CHP’ê Încesu Banga Veberhênanê li Tûrîzma Erdexanê Dike
Parlamenterê CHP’ê yê Erdexanê, Ozgur Erdem ÎNCESU, di civîna Komîsyona Plan û Budceyê ya Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) de, di dema gotûbêjên li ser budceya Wezareta Çand û Tûrîzmê ya sala 2026’an de axivî. Wî bal kişand ser potansiyela mezin a tûrîzmê ya Erdexanê û banga veberhênana bilez ji bo herêmê kir.
Di axaftina xwe ya li Komîsyona Budceyê de, Parlamenter ÎNCESU anî ziman ku ji bo geşkirina hebûnên xweza û çandî yên bêhempa yên Erdexanê divê gavên berbiçav werin avêtin.
Erdexan Rojname
