Li Yalovayê di operasyona dijî rêxistina terorê DAIŞê de şer derket. Wezîrê Karên Hundir Ali Yerlikaya ragihand ku di dema operasyonê de gule li polîsan hatine reşandin û 3 polîsên me yên leheng şehîd bûne. Di şer de 8 polîs û parêzvanek (bekçî) birîndar bûn, 6 terorîst hatin kuştin. Wezîr Yerlikaya destnîşan kir ku têkoşîna li dijî terorê wê bi biryardarî berdewam bike.
Erdexan Rojname - Rojnameya Erdêxane