Wezareta Parastinê ya Sûriyê û Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), ragihandin ku ji bo 4 rojan biryara agirbestê girtine. Agirbest di 20’ê Rêbendana 2026’an, roja Sêşemê saet 20:00’an de ket meriyetê û li hemû herêmên operasyonê yên her du aliyan derbasdar e.
Hikumeta Şamê diyar kir ku ev biryar ji bo "serxistina hewildanên neteweyî" hatî girtin. Fermandariya Giştî ya QSD’ê jî da zanîn ku ew ê ji bo kêmkirina rageşiya li herêmê bi temamî pabendî lihevkirinê bin û got: "Heta ku êrîşek li ser hêzên me nebe, em ê tu çalakiyên leşkerî nekin."
Erdexan Rojname - Rojnameya Erdêxane
