Dîroka civîna nû ya Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê, ya ku bi beşdariya partiyên di Meclisê de cih digirin hatibû avakirin, eşkere bû. Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Feti Yıldız derbarê rapora ku tê amadekirin de daxuyanî da û diyar kir ku ew ê roja sêşemê saet di 15.00’an de ji bo nivîsandina rapora hevpar werin cem hev. Yıldız destnîşan kir ku wan sernavên sereke yên raporê diyar kirine û xebatên wan bi awayekî lihevhatî berdewam dikin.
Li gorî nûçeya Habertürkê, di naveroka raporê de mijarên wekî avahiya komîsyonê, girîngiya xebatên wê û wateya dîrokî ya biratiya Kurd û Tirkan a li vê cografyayê cih digirin. Yıldız anî ziman ku heke pêşniyarên wan ên nû hebin, ew ê di civîna roja sêşemê de li ser raporê zêde bikin.
