Amedspor Bi Kêfxweşiyeke Mezin Derketina Lîga Super Pîroz Kir
Amedsporê ku serkeftineke dîrokî bi dest xist û derket Lîga Super, li Amedê bi coşeke bêhempa hat pêşwazîkirin. Li Parka Newrozê, bi sed hezaran kes kom bûn û şahiya serkeftinê bi hev re pîroz kirin.
Alîgirên tîmê qada şahiyê bi rengên kesk û sor xemilandin. Di pîrozbahiyê de hunermendan stranên xwe pêşkêş kirin û xelkê bi saetan govend gerandin. Serokê Amedsporê Nahit Eren di şahiyê de axivî û diyar kir ku ev serkeftin ne tenê ya tîmekê ye, ya hemû gel e. Eren destnîşan kir ku Amedspor dê di lîga nû de jî bi heman ruhî têkoşîna xwe berdewam bike.
Erdexan Rojname - Rojnameya Erdêxane
