Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, li ser girêdana pêvajoya çareseriyê bi rewşa Sûriyeyê re axivî û got, danîna Sûriyeyê wek merc li pêşiya pêvajoya li Tirkiyeyê, tê wateya zehmetkirina çareseriyê. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, îro li ser mijarên di rojevê de û pêvajoya aştiyê ji ANKAyê re axivî. Bakirhan li ser pirsa “Gelo pêşketinên li Sûriyeyê dê bandorê li pêvajoya li Tirkiyeyê bikin?” got ku dîtina Sûriyeyê wek astengî, yek ji şaşiyên herî mezin e û wiha axivî: “Sûriye li kêleka me ye, erdnîgariyeke wisa ye ku xizmên Kurd, Tirkmen, Ereb û Elewiyên li Tirkiyeyê lê dijîn. Bi dîtina min, nîşandana Sûriyeyê wek astengî li pêşiya vê pêvajoyê, yek ji xeletiyên herî mezin e. Dînamîkên Sûriyeyê cuda ne, mercên wir cuda ne, aktorên wir cuda ne. Divê Tirkiye vê pêvajoyê bi dînamîkên xwe bi rê ve bibe.”
