Li Bîngolê Ji Bo Amedsporê Pêşvazîkirina Bi Kelecan
Amedspora ku di Lîga 1'emîn a TFF'ê de têdikoşe, dema diçû deplasmana Erziromê, li Bîngolê ji aliyê alîgeran ve bi coşeke mezin hat pêşvazîkirin. Alîgeran otobusa tîmê dan sekinandin û bi dirûşman piştgirî dan lîstikvanan. Tîma Amedê piştî vê moralê ber bi Erziromê ve bi rê ket.
