@    Ardahan Rojname - Ardahan Gazetesi  - Since 1995 


16 Ocak 2026 Cuma

LI SÛRIYÊ DEMA NÛ: MAFÊN BERFIREH JI BO KURDAN Û BIRYARA HSD'Ê


Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Ehmed Şara biryarnameyeke dîrokî ku mafên berfireh dide Kurdan weşand. Di biryarnameya 16’ê Rêbendanê de hat diyarkirin ku Kurd "parçeyekî bingehîn û resen" ê Sûriyê ne. Bi vê biryarê re zimanê Kurdî wek "zimanê neteweyî" hat naskirin û deriyê perwerdehiya Kurdî li dibistanan hat vekirin. Her wiha Cejna Newrozê wek betlaneya fermî hat ragihandin û mafê welatîbûnê dan Kurdan. Ev yek ji sala 1946’an û vir ve cara yekem e ku mafên Kurdan bi vî rengî bi berfirehî tên qebûlkirin.

Di heman demê de, fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî ragihand ku ew ê hêzên xwe bikişînin rojhilatê Firatê. Wezîrê Derve Şeybanî bi peyameke Kurdî got: "Kurd stûnên esasî yên Sûriyê ne." Serok Ehmed Şara beriya niha di daxuyaniyekê de gotibû ku "Kurd mirovên pir wêrek in" û destnîşan kiribû ku ew dixwazin Kurdan di nav civaka Sûriyê de bibînin.



Erdexan Rojname - Rojnameya Erdêxane
 
.