24 Eylül 2025 Çarşamba
Arjen Arî - Hey Hawar - helbest
termê min di xwînê de bangor: ax sor ezman sor birîn sor xeliya dilê Xwedayên li jor û çiya kanî bi kanî verşiya: diranên xwe sûtin bi goştê min weslên min jê kirin weslên min: pêşî guhê min bi dû re sitr û bi dû redivn! qesab in! dest bi qezetore, keftar! segên har in segên har! hey hawar, miriyan jî dikujin di vî şerî de