@    Ardahan Rojname - Ardahan Gazetesi  - Since 1995 


24 Eylül 2025 Çarşamba

Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê: Em bi Sûriyeyê bawer in

Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani ragihand ku welatê wî dixwaze dorpêçên li ser Sûriyeyê rake û piştgiriyê bide hikûmeta demkî ya Şamê. Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani li New Yorkê ji Nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdullah re axivî.

Antonio Tajani derbarê birêvebiriya nû ya Sûriyeyê got, "Em dixwazin dorpêçan rakin çimkî em bi birêvebirya nû bawer in." Rayedarên Ewropayê gelek caran gotiye ku divê paşeroja Sûriyeyê bi pêvajoyeke siyasî ya berfireh û bi birêvebiriya Sûriyeyiyan were şekildan, parastina mafên pêkhateyan û nîşandana pirrengiya civakî ya welêt girîng e. Antonio Tajani got, "Divê em ji bo yekîtiyê bixebitin. Hemû Xiristiyan, Cihû, Misilman û Durziyên li Sûriyeyê dijîn Sûriyeyî ne. Ev xaleke bingehîn e."


ARDAHAN ROJNAME
 
.