Tevirê gundî Kilama hêvî ye Tevirê gundî Jiyan bi xwe ye Hatin çûn sal ser sal Gelê me birîndar û poxzîn Me zulim xwar, zulim vexwar Lê veşartî ye Di dilê axê da Tovê rojên delal Li tevirê gundî Av diçe, gul vedide Li tevirê gundî Dilê min bihar dide