24 Eylül 2025 Çarşamba
Cegerxwîn - Şam Şekir e Welat Şêrîntir e helbest
Welatê min tiwî bûka cihanî Hemî bax û bihişt û mêrg û kanî Şepal û şeng û şox û naz û gewrî Gelek şêrîn û rind û pir ciwanî Serî taca Silaheddînê kurdî Enî roje, di birca asimanî Du birhên te kevanên Rustemê Zal Du zilfên te ji tîrên qehremanî Riwê te agirê Zerdeşt û Mezdik Ji te hêstir şeraba Kamîranî Du lêvên te kitêba Hacî Qadir Zimanê te ji benda şêxê Xanî Çena te guhê Cûd û Şax û Hebler Qirik eywan û taqa kesrewanî Di sînga te kitêba Zendevista Memik ferfûre têde neqşê manî Du destên te tixûbên Tirk û Îran Hero cenge bi tîrên zerveşanî Ji sînga te bi jêr de geliyê Laleş Ziyaretgehe bo me her zemanî Bi nîşan û bi nan û xwîn rija Me dest girt û qelen da û tu anî Ser û pa zend û baz in tev bi hinne Hemî sor in ji rengê erxewanî Bi te em şa ne bûn ev bû du sed sal Ji me dengê tivinga çûye banî Bira û law û bav û ap û pismam Li ser te hev di kuştin pehlewanî Ji Loran ta bi Zazan tev bi xencer Dihatin hev li meydanê beranî Bi talan û bi kuştin, hem bi sotin Me konê şer li ser sînga te danî Emîr û begler û paşa û axa Kirin wêran sera û birc û xanî Li alîkî te deng û ceng û halan Li alîkî sedayê xweşê sanî Hemî bûne mirîd û şêx û sofî Bihiştî ne çikin nav û nişanî Li axur radizin lê şêx diçî jor Berî nîvro ji banî tê giranî Ser û pa tev dikî gulav û ember Dibê nûre kero ma tu çi zanî? ! Bi van xapan dixwarin xiwarinên xweş Wekî şêx û melayên vî zemanî Du derdên me hebûn dijwar û xeddar Xizanî yek, ewê di her nezanî Weke şêr û pilingan em diçûn hev Penîr rovî ji meydanê hilanî Me ew rojên ciwanî tev bi derdan Bi zîvarî, belengazî, şivanî Herê bûkê pepûkê jar û mestê Li ser sînga te zava man biyanî Te reş daye serê xwe ber li ser me Li te rokê dibî pîroz kitanî Cegerxwîn e kurê te her dinal Ji ber jana nezanî û xizanî