Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Kupa Cîhanê ya Minî-Futbolê ya Jinan ku cara yekem li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê, hat lidarxistin, bi dawî bû. Di yariya fînalê de, hilbijardeya Misrê piştî serkeftina li hember Brazîlyayê, nasnavê şampiyoniyê bi destxist. Hilbijardeya neteweyî ya Kurdistanê jî di şampiyoniyê de pileya çaremîn a cîhanê wergirt.
