Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ji ber dirûşma bi Kurdî ya li ser formayê Amedsporê 110 hezar lîreyê Tirkî ceza li Amedsporê birî. Amedspor di dîroka futbolê ya Tirkiyeyê de bûbû tîma yekem ku di lîgên profesyonel de li ser formayê xwe sloganeke bi Kurdî hilgirtibû. Tîma Amedê bi kompanyaya Tezgel Komê re peymana sponsoriyê îmze kiribû û di maça Pendiksporê de bi logoya sponsor û dirûşma "Koma Me Bona We" derketibû qadê. Dirûşma bi Kurdî bi erêkirina fermî ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê hatibû bikaranîn û ev yek di lîgên profesyonel de bûbû cara yekem.
