Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar ragihand ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê dest pê kiriye.
Piştî nêzîkî 30 mehan serê sibehê, petrola Herêma Kurdistanê bi rêya xeta boriyê ber bi Bendera Ceyhanê ve hat hinardekirin
Ev yek piştî wê yekê hat ku hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta Îraqê û şirketên petrolê li hev kir.
